Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koşka Sipî, huşdar da dewleta Îraqê

18:43 - 5 Şibat 2024

Koşka Sipî li derheq gefên milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê de bo ser Artêşa Amerîkayê,huşdarî da dewleta Îraqê û ji Îraqê xwest ku bi lezgîniyeke zêdetir li hember wan milîsên ser bi rêjîma Îranê bisekine.

Berdevkê Şêwreya Ewlehiya Koşka Sipî, “John Kirby” huşdarî da dewleta Îraqê ku bi lezgîniyeke zêdetir li hember gefên milîsên ser bi rêjîma Îranê bisekine, ew yeka li halekê deye ku berpirsên payebilind ên Îraqê li derheq êrîşa Amerîka bo ser milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê, nerizayetiya xwe dabûne xuya.

Herwis “John Kirby” ew yeka jî gotiye ku dewleta Îraqê bo dawîanîn bi gefên milîsên ser bi rêjîma Îranê bo ser Artêşa Amerîkayê, divê bi hişariyeke zêdetir wî karî bike.

Bi sedema êrîşa Esmanî ya Amerîka bo ser binkeyên spaha pasdaran a terorîst û milîsên ser bi vê rêjîmê bi 10an kes ji wan hêzan hatine kuştin û rêjeya birîndarên vê êrîşê hêj bi serastî nehatiye zanîn û herwisa xisarên gelek giran bi binke û navendên sûxurî yên rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîme kevtiye.