Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa milîsên ser bi rêjîma Îranê li Sûriyê berdewam in

11:59 - 6 Şibat 2024

Piştî êrîşa Amerîka bo ser binkeyên spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst û milêsên ser bi rêjîma Îranê li Sûriye û Îraqê, milêsên ser bi rêjîma Îranê li Sûriyê de 3 caran êrîş kirine ser hêzên Amerîkayê.

Li rojên derbasbûyî yên vê heftiyê de milîsên ser bi rêjîma Îranê, 3 caran êrîş kirine ser hêzên Amerîkayê û yekem êrîş bo ser hêzên Amerîkayê li roja Şemî li binkeya Firat de bûye û roja Yekşemiyê jî, binkeya meydana neftî ya El-Omer kevte ber êrîşa dironên bombrêjkirî û roja Dûşemiyê jî milîsên ser bi rêjîma Îranê careke din bi rakêtan êrîş kirine ser binkeya Firat.

Li êrîşên bo ser binkeya Firat de ti xisarên canî û malî nebûne lê li êrîşa bo ser binkeya meydana neftî ya El-Omer de çendîn kes ji şerwanên Kurd ên li “HSD” hatine kuştin û hejamrek jî hatine birîndarkirin.