Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banka navendiya Îraqê, derfetnameya banka millî ya rêjîma Îranê hilveşand

12:04 - 6 Şibat 2024

Wezreta Xezînedariya Amerîkayê ticareta 8 bankên Îraqê bi Dolarên Amerîkayê qedexe kir û derfetnameya banka millî ya rêjîma Îslamiya Îranê, ji aliyê banka navendiya Îraqê ve hate hilkveşandin.

Pêka rapora nûçegihatiya “Royterz”ê, Amerîkayê ticaret û danûstandina 8 bankên Îraqê bi Dolarên Amerîkayê qedexe kir û ew sînordarkirina nû ya wan bankên Îraqê bi armanca rêgirîkirin ji destpêregihîştina rêjîma Îslamiya Îranê bi Dolarên Amerêkayê hatiye ragihandin.

Sînordarkirina wan bankên Îraqê li halekê de ye ku hewldanên micid bo kêmkirin û rêgirêkirin ji sipîkirina diraf, xapandin û mifahvergirtina xirab ji Dolarên Amerîkayê ve têne dan.

Herwisa cihgirê banka navendiya Îraqê “Emmar Hemd Xelef” bi nivîsîna nameyekê bo îdareya Banka millî ya rêjîma Îranê, derfetnameya çalakiyên vê bankê li Îraqê, hilveşand.

Banka navendî ya Îraqê bi rohnî daye zanîn ku berdewamiya çalakiyên banka millî ya rêjîma Îranê, ti qazancek bo Îraqê nîne û ew banke li nav lîsteyê dorpêçên aborî yên Amerîkayê de ye.

Li demsala havîna îsal de jî Amerîkayê ticareta bi Dolarên Amerîkayê bo 14 bankên din ên Îraqê qedexe kiribû.

Banka Aşûr, banka Sermayedanîna Îraqê, banka ittihad, banka Îslamî, banka Elhoda, Banka Îslamiya başûr, banka Îslamiya Erebî û banka bazirganiya Hemûrabî, êdî nikarin bi dolarên Amerîkayê ticaret û danûstandinê bikin.