Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana Malnişînkiriyan li Kurdistan û Îranê de berdewame

12:12 - 6 Şibat 2024

Malnişînkiriyên îdareya Muxabirat a Îranê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistin û li ser daxwaziyên xwe tekezî kirin.

Malnişînkiriyên Îdareya Muxabirat a Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ên wek “Urmiye, Xoy, Seqiz, Qurwe, Bîcar, Merîwan, Kirmaşan û Sinê” de li ber deriyê îdareya Muxabiratê li wan bajaran de kombûnên nerizayetiyê li derheq pêrenigihîştin bi daxwaziyên wan ên wek birêçona tevav a ayînnameya pêrsonelî û karpêdan a sala 1398 û çareserkirina pirsgirêkên bîmeya dermanî, lidar xistin.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya Muxabirata Îranê li çendîn bajarên din ên Îranê ên wek “Têhran, Erdebêl, Ehwaz, Zencan, Tewrêz, Erak, Bender ebas, Kirman, Reşt û çend bajarên din ên Îranê” de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û hevaheng digel kombûnên nerizayetî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li ber deriyê îdareya Muxabirat li wan bajaran de kombûn û li ser daxwaziyên hevpar ên malnişînkiriyên vê îdareyê, tekezî kirin.

Herwisa kedkarên palavtingehên Pars li palavtingehên 5 a li faza 9 û 10 a devera “Parsê Cinûbî” de li derheq pêrenegihîştina berpirsên pêywendidar bi daxwaziyên wan sêyemîn roja kombûna nerizayetiya xwe berdewam kirin.