Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê êrîşeke din bo ser cihê mûşekên Hûsiyan encam da

11:49 - 1 Şibat 2024

“CENTCOM”ê ragihand ku mûşekeke dije balafir a Hûsiyan ku bo avêtinê hatibû amadekirin, û gef li ser balafirên Amerîkayê bû, li binke û cihê vê de kirine armanc û teqandine.

Pêka Rapora “CENTCOM” û nûçegihaniya “Reuters”ê demjimêr 3 û 30 xulekên piştî nivroya roja Çarşemî 11ê Rêbendanê, li devereke jêr kontrola milîsên Hûsiyên Yemenê de mûşekeke dije balafir ku bo avêtinê hatibû amadekirin li binke û cihê amadekirî de ji aliyê hêza Esmaniya Amerîkayê ve hate bombebarankirin û ji nav çoye.

Hêzên Amerîkayê ew yeka jî ragihandine ku ew mûşeke gef bûye li ser balafirên Amerîkayê û ew êrîşe li pêvajoya cehdên Amerîka bo rawestan li hember gefên Hûsiyên Yemenê hatiye kirin.

Herwisa Fermandeyekî hêza Esmaniye Amerîka ragihand ku şeva derbasbûyî, Balafirên şerkere Amerîka êrîş kirine ser çendîn binkeyên cebilxaneyî yên Hûsiyan û bi sedema bombebaranekî dijva dehan Embarên çekan û dehan Dironên hûsiyan teqandine û ji nav birine.