Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li dawî êrîşa hêzên Îsraîl bo ser xezê, zêdetir ji 100 kesî hatine kuştin

12:22 - 6 Şibat 2024

Pêka rapora Karûbarê Tendirustiya Xezê ku ji aliyê Hemasê ve bi rê ve diçe, li 24 demjimêran derbasbûyî  de 113 kes hatine kuştin û 205 kes birîndar bûne, lê xuya nine ku ji vê amarê çi qasek milîsên ser bi Hemasê ne û çend kes sivîlin.

Pêka dawî rapora Îdareya Karûbarên Tendirûstiya Xezê ku ji aliyê Hemasê ve bi rê diçe, li heyama 24 demjimêrên derbasbûyî de zêdetir ji 113 kes ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve li Xezê hatine kuştin û zêdetir ji 205 kes jî birîndar bûne, ev amare li halekê de ye ku hejmarekî zêde ji vê amarê milîsên ser bi Hemasê ne ku bi kincên medenî li nav xelkê de ne û xuya nîne kesê ku tê kuştinê kesên medenî ye an çekdarên Hemasê ne.

Pêka dawî amarên ku Hemasê belav kirine, heta niha 27 hezar û 478 Felestînî li Xezê de hatine kuştin û 66 hezar û 835 kes jî hatine birîndarkirin, rastiya wan amaran cihê şik û gunaê ye û Milîsên Hemasê, xelkê Felastînê wek mertalê zindî bi kar tînin û xuya nîne kesekî ku tê kuştin kesekî medenî ye an milîsekî Hemasê ye.