pêka raporên belavbûyî, li rêya Mihabad-Urmiyê de maşînek ku hilgirê 3 kesan bû ji rê derket û tûşî bûyerê bû û agir pêket ku li encam de 2 kesan demûdest canê xwe ji dest dane û maşîn bi tevahî şewitî.
Demijimêrên şeva 16ê Rêbendanê, li rêya Mihabad-Urmiyê de li nêzî gundê Xelîfanê, maşîneke cura Pêjo405 ku hilgirê 3 kesan bûye ji rê derket û vegeriya û piştre agir pêket ku li encam de 2 kesan demû dest canê xwe ji dest daye û kesek jî bi dijwarî birîndar bûye.
Standardnebûna rêyan, nebûna nîşandekên rê, bûna kendal û koran li nav rêyan û xemsariya berpirsan li dema barîna befrê de ji aliyek û berçavnegirtina standardên berhemanîna maşînan bo parastina can û ewlehiya kesên li nav maşînê de li Îranê û bêwecbûna wan maşînan li dema bûyerên trafîkê ji aliyê din ve, sedemên bingehîn ên canjidestdana xelkê li wan bûyeran de ne.
Li vê bûyerê de ku demjimêr 9ê şevê qewimiye, termê wan welatiyên ku canê xwe ji dest dane, piştî şewatê û temirandina agir ji nav maşînê hatine derxistin.