Bi sedema teqîna mînekê li devereke ser bi bajarê “Giyelan”ê ser bi bajarê Kirmaşanê, 2 welatî bi dijwarî birîndar bûne û yek ji wan birîndaran dest û pêyên xwe ji dest dane.
Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Sêşemî 17ê Rêbendanê, bi sedema teqîna mîn li bexşa “Sûmar”a devera “Bansarat”a ser bi bajarê “Qesrê Şîrîn”ê li parêzgeha Kirmaşanê, 2 welatiyên xelkê devera “Wêjnan” a ser bi bajarê “Giyelan”ê ser bi bajarê Kirmaşanê bi dijwarî birîndar bûne.
Pêka rapora “Hengaw”ê yek ji wan welatiyan her du pêyîn xwe û destekî xwe ji dest dane û yê din jî serûçavên wî bi dijwarî birîndar bûne.
Pêka rapora Hengawê, li sala 2023 a Zayînî de zêdetir ji 7 welatî bi sedema teqîna mînan û cebilxaneya rizî ya li ser sînoran, hatine kuştin û 20 welatiyên din jî bi dijwarî birîndar bûne an beşek ji endamê xwe ji dest dane.
Sînorên Rojhilatê Kurdistanê zêdetirîn rêjeya meydana mîn li seranserê Îranê de hene û herwisa binkeyên spaha pasdaran a terorîst piştî vakakirînê, mîn û alavên teqînê bi piranî bi cih hiştine û herwisa cebilxaneya rizîbûyê ya şerê 8 saleya rêjîma Îranê û Îraqê, sedemên din ên canjidestdan, birîndarbûn û seqetbûna xelkê Kurdistanê ne.