Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirpêketina li rêzeyeke enbaran de li bajarê Tehranê, xisarên canî li pey xwe anî

10:50 - 7 Şibat 2024

Agirpêketineke mezin bi sedemeke nexuya li rêzeyeke enbaran de li bajaarê Tehranê qewimiye û heta niha termê 3 kesan li jêr kawilên wan enbaran de hatine derxistin.

Roja Sêşemî 17ê Rêbendanê, demjimêr 4 û 4 xelekêln piştî nîvro, agirpêketineke berfireh li rêzreyeke li enbarên devera “Xawerşehr” a bajarê Tehranê de qewimiye û pêka raporên ragihandinên ser bi rêjîmê, enbarên lastîk û madên pilastîkî bûye û heta derngiya şevê jî ew agire bi tevavî nehatibû temirandin.

Bajarvaniya Tehranê li vê derheqê de belav kiriye: “Bi sedema agirpêketineke berfireh li enbarên plastîkî de li devera Xawerşehr, termê 3 kesan li sibêdeha roja Çarşemî li jêr banê herifî yê enbarekê de peyda kirine û Orjansa Tehranê jî mirina wan 3 kesan piştrast kiriye”.

Geryan li pey termên qurbaniyên vê şewatê berdewam e lê heta niha sedema agirpêketineke wiha mezin li rêzeyek li enbaran de nehatiye rohnkirin û nasnameya termên peydabûyî jî hêj nehatiye zanîn.

Berpirsên rêjîma Îranê sedema wan agirpêketinan bi serastî eşkere nakin û her carê hêceteke çewt bo wan agirpêketinan belav dikin.