Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên întizamî yên rêjîma Îranê cinayeteke din kirin

12:25 - 7 Şibat 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîmê maşînek ku hilgirê endamê malbatekê bûye, gullebaran kirin ku li encam de maşîna wan vegeriya û 2 kes hatine kuştin ku bav û dayîêka zarokek 7 heyve ne ku ev zarok bi zindî maye.

Roja Dûşemî 16ê Rêbendanê, li rêya bajarê Endîmişkê de hêzên întizamî yên rêjîmê, teqe li maşîna hevwelatiyekî kirin ku li encam de maşîna wî vegeriya û ev digel hevjîna xwe hatine kuştin û bi tenê zaroka wan ya temen 7 heyv, bi zindî maye.

Ew yeka li halekê de ye ku hêzên hov û dije mirov ên întizamî bi hêceta vê yekê ku ew maşîne hilgirê tiştên qaçax e, gullebaran kirine û piştî vekolîna maşînê hinek xwarin û hinke alavên kesîn ên vê malbatê li vê maşîne bûne.

Heta belavbûna vê nûçeyê nasnameya vê malbatê ku bûne qurbaniyê gullerşandina hêzên Întizamî, nehatiye zanîn.