Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclîsa Ewam a Birîtaniya ji rêjîma Îranê xwast ku li derheq êrîşên Hûsiyan bersivê bide

12:28 - 7 Şibat 2024

Piştî berdewambûna êrîşên Hûsiyên Yemenê bo ser gemiyên ticarî li deryaya Sor, nûnerên Meclîsa Ewam a Birîtaniyayê daxwaza bersivdana rêjîma Îranê li derheq êrîşên hûsiyan dikin.

Meclîsa Ewam a Birîtaniyayê daxwaz ji Dewleta Birîtaniya dike ku li derheq êrîşên Hûsiyên Yemenê li deryaya Sor de, rêjîma Îranê neçar bi bersivdanê bike û ew yeka li halekê de ye ku êrîşên Hûsiyan bo ser gemiyên ticarî, her berdewam e û vê dawiyê, gemiyeke birîtaniyayê jî kevtiye ber êrîşa Hûsiyan.

Nûnerê Meclîsa Ewam a birîtaniyayê “Mark Pritchard” li civîna Roja Dûşemiyê de bi amadebûna Wezîrê Berevanî yê Birîtaniya “Grant Shapps” li Parlemana Birîtaniyayê de got: “Divê êrîş bo ser rêjîma Îranê bi xwe bêne kirin û lêdana Hûsiyan ji aliyê Birîtaniya û hevpeymanan ve şaşî û çavgirtin bi ser hemû rastiyan e”.

Herwisa wî nûnerê Meclîsa Ewam a Birîtaniyayê got: “Hivîdar im ku Wezîrê Derve yê kabîneya “Rishi Sunak” bi dîtingeke startejîk, hilbijartina qahîm û zehmet li hember Îranê bike.

Wezîrê Bervanî yê Birîtaniyayê jî gotinên “Mark Pritchard” erê kir û got ku dewleta Birîtaniya bi micidî hewlê dide bi armanca guherîna reftara vê rêjîmê, givaşên zêdetir bo ser rêjîma Îranê bîne.