Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê sedema dorpêçkirina 3 bankên Îraqê ragihand

12:00 - 1 Şibat 2024

Wezareta Derve ya Amerêkayê ragihandiye ku zêdekirina navê 3 bankên Îraqî li lîsteyê dorpêçan bi sedema vê yekê bûye ku wan 3 bankên Îraqê diraf bo spaha pasdarn û Hizbullahê dabîn dikirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Metiyo Mîlêr” li civîneke rojnamevanî de li derheq zêdekirina navê 3 bankên Îraqê li lîsteyê dorpêçan, ragihand: “Cezakirina wan 3 bankên Îraqê û cezakirinên îro, beşek ji cehdên berdewam in da ku ew alî û kesên hevkariya malî bo spaha pasdaran û Hizbullah a Lubnanê dikin û hewcehiyên wan dabîn dikin, rastî berpirsyartiyê bikin.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Çarşemiyê ragihandibû ku 3 navend û kesek ku tişt û berhemên Îranê firotin û dirafê vê bo spaha pasdaran û Hizbullah a Lubnanê şandine, li lîstê dorpêçan zêde kirine.

Hêjayê gotinê ye, banka “Hoda” ya Îraqê û xwediyê vê bankê yê bi navê “Hemed Yasir Mûsewî”  li 9ê Rêbendanê, bi sedema şandina diraf bo spaha pasdaran û Hizbullahê li lîstê dorpêçan hatibû zêdekirin.