Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend berpirsên Ketayîbê Hizbullah bûne armanca dironeke Amerîkayê

10:35 - 8 Şibat 2024

Berpirsê pêywendiyên derve yê Ketayîba hizbullaha Êraqê  û berpirsekî din ê wê girûpê, bûne armanca êrîşa dironeke Amerîkayê û hatine kuştin.

Şeva  Çarşemî 18ê Rêbendanê, maşînek ku hilgirê çend berpirsên Ketayîbê Hiuzbullaha Êraqê bûye, li devera “El-Miştel” a bajarê Bexdayê de kevtiye ber êrîşa dironî a Amerîkayê û bi 3 mûşekan ew maşîne bi kesên li nav maşînê de teqandine ku 2 kes ji wan kuştiyan berpirsên Ketayîb a Hizbullahê bûne.

Gorî ragihandinên Êraqî, “Wessam Muhemed El-Sa`idî, berpirsê pêywendiyên derve yê Ketayînbê hizbullahê naskirî bi “Ebû Baqir El-Sa`idî” û “Erkan El-Elewî” berpireskî din ê wê girûpê û 2 kesên din ku navê wan nehatiye zanîn, bi maşînê ve hatine teqandin.

Demjimêrekê piştî wê êrîşê Hêza Artêşa Amerîka li daxuyaniyekê de aşkera kir ku ev êrîşa dironiye bi ser wan berpirsên Hizbulahê ji aliyê Amerîka ve bûye û herwisa li daxûyaniyê de hatiye ku ev berpirsên ku kevtine ber êrîşê û hatine kuştin, dest li êrîş û sazimandehiya êrîşên bo ser hêzên Amerîkayî bûne.