Kolberekî xelkê bajarê Merîwanê li bilindahiyên çiyayê “Hencîran”ê de bi sedema sir û seqemê qerisî û canê xwe ji dest da, navbirî 20 roj bû jiyana hevpar pêk anîbû.
Pêka rapora ajansa mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, ciwanekî xelkê Gundê “Çalî Sor” ê bi navê “Ferîd Rûbîna” ku rûniştiyê bajarê Merwanê bû, li dema kolberiyê de li bilindahiyên sînorî yên çiyayê “Hencîran”ê ser bi bajarê Merîwanê, bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest daye.
Herwisa “Kurdpa”yê ragihandiye ku termê wî ciwanê Kurd ku 20 roj bû jiyana hevpar pêk anîbû, piştî 7 demjimêr geriyan li bilindahiyên sînorî yên “Hencîran”, hatiye peydakirin.
Pêka amarên Kurdpayê, ji sala 2012 heta 2023, 2 hezar û 206 kolber hatine kuştin an birîndarkirin û temenê 18 kesên li vê amarê, jêr 18 sal bûye.
zêdetir ji %73 a kolberên ku hatine kuştin an birîndarkirin, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rêjîmê bûye û zêdetir ji %6 bi sedema kevtin ji bilindahiyan, zêdetir ji %4 bi sedema qerisîn û reniyê û %4 jî bi sedema teqîna mînan bûne.