Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê raporek li ser alîkariyên rêjîma Îranê bo Hûsiyan belav kir

10:48 - 8 Şibat 2024

Dezgeha îtlaatî a Berevaniya Ewlehiya Amerîkayê raporek li derheq cebilxaneya ku rêjîma Îranê bo Hûsiyên Yemenê şandiye raporek bo wezareta Berevaniya Amerêkayê şandiye.

tevî ku Amerîkayê çendîn caran alîkariya çek û teqemeniya rêjîma Îranê bo Hûsiyên Yemenê piştrast kiribû lê bi awayê raserast rêjîma Îranê li berfirehtirkirina êrîşên Hûsiyan bo ser gemiyên ticarî tawanbar nekiribû, lê li rapora nû ya Dezgeha îtlaatiya Berevaniya Ewlehî ya Amerîkayê “DIA” bi şandina belgeyên wan alîkariyên bo Pêntagonê, hûrdekariyên wan alîkariyan aşkira kiriye.

Pêka vê paporê rêjîma Îranê barên mezin ên cebilxaneyên curbicur bo Hûsiyên Yemenê şandine ku mûşekên balistîkî yên kurthawêj, nêvincmewda û Kirûz jî li xwe digre.

Dezgeha îtlaatiya ewlehiya Amerîkayê tekezî kiriye ku rêjîma Îranê ji sala 2015 a Zayînî ve bi berdewamî heta niha ew alîkariyane bo Hûsiyên Yemenê şandine.

Ew rapore li halekê de belav bûye ku mûçeyên çekdarên Hûsî, diron, cebilxaneya çekên giran û sivik ên Hûsiyan jî ji aliyê rjîma Îranê ve tê dabînkirin ku heta niha çendîn nûçe û rapor li ser vê yekê hatine belavkirin.

Herwisa li vê raporê de îşare bi destdbisr de girtina hêzên Amerîka bi ser 18 gemiyên hilgirê çekên rêjîma Îranê ên wek alavên mûşekên balistîkî, diron û mûşekên kirûz ên dije tank û hezaran çekên şer ên rêjîma Îranê ji sala 2015 heta 2023 ve bo Hûsiyên Yemenê hatiye kirin.