Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl belgeyên nû li ser alîkariya rêjîma Îranê bo Hemasê belav kirin

11:12 - 8 Şibat 2024

Pêka rapora Asrtêşa Îsraîl, belgeyên alîkariya malî ya zêdetir ji 150 milyon Dolarî ya rêjîma Îranê bo hemasê, digel şendîn belgeyên din peyda kirine kû ew bi tenê beşek ji alikariyên rêjîmê bo Hemasê ye.

Pêka rapora Aretêşa Îsraîl çendîn belgeyên cuda digel dirafeke gelek zêde li Xezê de peyda kirine ku bi hûrî dide xuya ku çawa rêjîma Îslamiya Îranê 154 milyon Dolar dane kesekê bi navê “Yehya Sinwar” ku berpirsê şaxa leşkeriya Hemasê ye, û herwisa pêka wan belgeyan ew 154 milyon dolar bi tenê beşeke biçûk ji aliyariyên rêjîma Îranê bo milîsên Hemasê ye.

Berdevkê Artêşa Îsraîl “ Daniyêl Hegarî” tevî nîşandana wan belgeyan û girte vîdyoyekê gotiye: rêjîma Îranê li sala 2014 a zayînî de 14 milyon Dolar, sala 2015 de 48 milyon Dolar, sala 2019 de 42 milyon Dolar û sala 2020 de 12 milyon dolar dane “Yehya Sinwar”.

Herwisa navbirê gotiye: “Tevî wan belgeyan dirafeke zêde ya Hemasê ku bi “Şikil” ê Îsraîlê bûye, hatiye peydakirin ku rastersat bo encamdana kiryarên terorîstî li Xezê, hatibû dabînkirin.