Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê îtiraf kir ku çekan dide Felestîniyan û perwedeya leşkerî dide wan

11:16 - 8 Şibat 2024

Nûnerê Rêjîma Îranê li Saziya Netewên Yekgirtî de, îtiraf kir ku çekan didne girûpên Felistînî û perwerda leşkerî dide çekdarên wan.

Nûnerê Rêjîma Îranê li Saziya netewên Yekgirtî de “Emîrseîd Îrewanî” li hevpeyvîn digel kanala telêvîzyoniya “NBC” de bi eşkere îtiraf kir ku rêjîma Îranê girêbesta berevanî digel Felistîniyan heye û ew girûpane ji aliyê rêjîma Îranê ve têne pirçekkirin û perwerdeya leşkerî dibînin.

Wî berpirsê rêjîmê îdia kir ku tevî dana çek û perwerdeya leşkerî û bihêzkirina jêrxanên milîsên Felestînî, li kiryarên wan de ti rolek nînin!

Navbirî li derheq piştevanîkirina rêjîma Îranê li milîsên ser bi vê rêjîmê li Rojhilata Navîn de îdia kir: “Em ji perwerdekirin û bihêzkirina wan girûpan, xwe naparêzin û digel hew şêwrên hevpar dikin, lê em wan bi rê ve nabin û fermanê nadin wan”!

Herwisa navbirî piştevaniya rêjîma Îranê li Hûsiyên Yemenê bo êrîşkirina ser gemiyên ticarî li deryaya Sor de red kir û îdia kir ku Hûsî serbixwe kar dikin”!

Îdiayên wiha çewt ên nûnerê rêjîmê li Saziya Netewên Yekgirtî, li halekê de ye ku Amerîka û welatên Rojavayî, berê ragihandibûn ku Hûsiyên Yemenê li êrîşên xwe de mûşek û dironên rêjîma Îranê bi kar tînin û herwisa li êrîşan de alîkariya zaniyariyên rojê didin Hûsiyan.