Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bo Konferansa Ewlehiya Monixê nehate gazîkirin

11:18 - 8 Şibat 2024

Serokê Konferansa Ewlehiya Monixê daye zanîn ku rêjîma Îranê û Rûsiye bo civîna salaneya ewlehî nehatine gazîkirin û bi hizra wan hatina wan 2 welatan li vê civînê de ti wateyek nabe.

Roja Çarşemî 18ê Rêbendanê,  Serokê Konferansa Ewlehiya Monixê “Kirîstof Hoyzgên” li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “DPA” ya Almanî de ragihand ku rêjîma Îslamiya Îranê û Rûsiye bi sedema vê yekê ku naxwazin bi awayê micid danûstandinê bikin, bo civîna vê konferansê nehatine gazîkirin.

Herwisa navbirî got ku ji saziyên nehikûmî yên Îranê û Rûsiye bo vê konferansê hatin egazîkirin.

Konferansa Ewlehiya Monîxê girîngiyeke gelek taybet li cîhanê heye û berpirsên welatan an Wezîrên Berevanî yên welatên cîhanê, her salê carekê li vê civînê de beşdar dibin û li ser pirsên pêywendîdar bi ewlehiya cîhanî gengeşeyan kirin.

Sala derbasbûyî jî vê konferansê rêjîma aîslamiya Îranê û Rûsiye gazî nekiribû û di cihê wan hejmarek ji dijberên wan 2 welatan hatibûne gazîkirin.

Pêka biryarên vê konferansê, li rojên 27 heta 29ê Rêbendanê, ew konferansê dê li bajarê Monîxê de bi rê ve here.