Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keyfxweşiya xelkê ji torandina tîma Fûtbala rêjîmê

11:46 - 8 Şibat 2024

Piraniya xelkê Îranê bi boneya torandina tîma Fûtbala rêjîmê li kêberkêya cama netewên asiyayê de, şadî û keyfxweşiya xwe dane xuyakirin.

Şeva derbasbûyî li misabiqac cama netewên Asiya yê de, tîma fûtbala rêjîma Îranê li hember tîma Fûtbala Qeterê de torand û 2 bi 3 li hember qeterê de şikest xwar.

Xelkê Îranê ku tîma Fûtbalê bi Tîma xelkê Îranê nizanin û jêvene tîma taybet a rêjîmê ye, digel dawîpêhatina leyîzê û diyabûna encamê ku tîma rêjîma Îranê toran, xelk û kur û keç li piraniya bajarên Îran û Kurdiostanê keyfxweşiya xwe dane xuyakirin.

Li çendîn bajaran de xelk derkevtne ser şeqaman û şadî kirin û bi sîgnala maşînan û lêdana Fîtikê û hiro kêşanê keyfxweşiya xwe ji şikesta tîma Fûtbala rêjîmê dane kifşê.

Bi taybet li bajarên Têhran, Kerec, Îsfehan, li Kurdistanê jî li bajarên Kirmaşan û Civanro xelk rijyane ser şekaman û şadî kirin.

Torandina tîma rêjîma îranê li ser torên civakî bertekên zaf bi dû xwe de anî û bi milyonan kesan keyfxweşiya xwe ji torandina tîma rêjîm dane xuyakirin, çimku kes wê tîmê bi tîma xwe û xelkê Îranê nizane.