Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê dironên Îranê li kendava Edenê kirine armanc

12:35 - 1 Şibat 2024

“CENTCOM”ê ragihand ku 3 dironên rêjîma Îranê ji aliyê gemiyeke şerker a Amerîkayê ve hatine teqandin û Artêşa Amerîkayê jî ragihand ku 10 dironên amadekirî bo firînê, li rojavayê Yemenê teqandine.

Pêka rapora “CENTCOM”ê 3 dironên rêjîma Îranê ku hatibûne nêzî gemiya “USS Karnêy” ya Hêza Deryayîya Amerîkayê, ji aliyê vê gemiyê ve hatine teqandin û herwisa Nûçegihaniya “CBS” a Amerîkayê ragihandiye ku li rojavayê Yemenê de 10 diron ku bo firînê hatibûne amadekirin, ji aliyê balafirên cura F18 ên Hêza Esmaniya Amerîkayê ve li ser erdê hatine teqandin.

Heta niha bilî teqandina wan 10 dironan, amareke searst û rohn ya xisarên din bi vê binkeya Hûsiyên Yemenê belav nebûye.

Herwisa çendîn demjimêran pêştir, hêzên Amerîkayê mûşekek ku bo avêtin bi balafirên Amerîkayê hatibû amadekirin ji aliyê balafirên şerker ên Amerîkayê ve hatibû teqandin.

Êrîşên Amerîka bo ser dironên rêjîma Îranê û binke û damezraweyên esmanî yên Hûsiyên Yemenê bi awayekî berçav zêde bûne.