Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê mercên Hemasê bo agirbestê red kirin

17:40 - 8 Şibat 2024

Serokwezêrê Îsraîl tevî dana fermana amadebûn bi serbazên Îsraîlî bo şer li bajarê Refehê, li derheq mercên Hemasê bo agirbestê ragihand ku qebûlkirina mercên hemasê bi wateya kûştinên dubare ye.

Serokwezêrê Îsraîl “Benjamin Netanyahu” li roja Çarşemî 18ê Rêbendanê li hevpeyvîneke têlêvîzyonî de tevî redkirina mercên Hemasê bo agirbestê ragihand: “Teslîmbûn bi daxwaziyên Hemasê ku ji nû ve me bihîstine, bi tenê bi wateya gazîkirin bo kuştinên dubare ye”.

Ji aliyê din vê “Benjamin Netanyahu” piştî redkirina mercên Hemasê bo agirbestê, ferman daye serbazên Îsraîlê ku xwe bo şer li bajarê “Refeh”, amade bikin.

Îsraîlê tevî hemû givaşên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê bo sekinandina şer, biryar daye ku heta dawîanîn bi Hemasê û jinavbirînina şiyana leşkeriya vê girûpa ser bi rêjîma Îranê, şer nesekinîne.

Ji aliyê din ve pêka rapora Asrtêşa Îsraîl û dezgehên ewlehî yên Îsraîlê, hejmarek ji barimteyên Îsraîlî yên li destê Hemasê hatine kuştin ku nasnameya wan hêj nehatiye zanîn.

Hemas bo sekinandina şer daxwaza derketina tevav a Artêşa Îsraîl ji Xezê û azadkirina girtiyên li girtîgehên Îsraîlê de dike ku hejmarek ji wan terorîstên naskirî ne ku li terorên hovane de rol hebûne lê Îsraîlê mercên Hemasê red kirine.