Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa goşt û hewcehiyên bingehîn li Îranê bilind bûye

17:45 - 8 Şibat 2024

Rapora navenda Amar a Îranê li derheq guherina nirxa xwarinan li heyva Rêbendana 1402 a Rojî, dide xuya ku nirxa goştê sor û sipî, berhemên goşt, curên mêywyan û şîrê hişk li Îranê de li heyamê heyvekê de bi awyek berçav, bilind bûye.

Pêka wan amarane, goştê pez bi rêjeya %10.9, goştê cêlekan bi rêjeya %3.9 û kunservên masiyan bi rêjeya %3.1, bilindtirîn rêjeya bilindbûna nirxa xwarinan li heyama vê heyvê de hebûne.

Ew amar didin xuya ku bi berhevdanîn digel heyva pêştir, nirxên “şivtî bi rêjeya %17.2, Hinar %13.9 û şîrê hişk bi rêjeya %7.8” bilind bûne.

Ya gotinê ye ku bilindbûna rêjeya enfilasion li Îranê, zêdetir ji 3 dehikan e ku pirsgirêka bingehîn a aboriya Îranê ye.

Bilindbûna wan nirxan û zêdebûna enfilasiyon li halekê d eye ku “Îbrahîm Reîsî”, 2 sal berî niha, li dema binav hilbijartina sermokariyê de îdia kirbû ku hekî bibe serkomar, dê rêjeya enfilasiyên heta nîvê kêm bike ku ew yek jî wek gotinên wî yên din bi çewt derket.

Bilindbûna nirxa hewcehiyên bingehîn ji aliyek û bilindbûna nirxa enfilasiyon û zêdebûna rêjeya betalî ji aliyê din ve, rewşek wiha çê kiriye ku piraniya xelkê, êdî şiyana dabînkirina pêjîn a jiyana xwe nebin; Berpirsên rêjîmê jî bi bê girîngîdan bi vê mijarê, bi dizî û gendeliya aborî, darayîya netewî ya xelkê talan dikin.