Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Îsraîl daxwaza derketina xelkê sivîl ji bajarê Refehê kir

10:45 - 10 Şibat 2024

Serokwezîrê Îsraîl daxwaz ji Artêşa Îsraîl kir ku bernameyekê bo derketina xelkê medenî yê bajarê Refehê û jinavbirina milîsên Hemasê darêjin.

Serokwezîrê Îsraîl, “Binyamîn Natanyaho” li halekê de ku Ofîsa serokwezîrê Îsraîl haydarî daye xelkê medenî yê Refehê ku wî bajarî bi cih bihêlin, roja Înê 20ê Rêbendanê, ferman da Artêşa Îsraîlê ku bernameyek bo derketina xelkê medenî yê bajarê Refehê li başûrê Xezê darêjin bi armanca jinavbirina paşmaweyên milîsên Hemasê.

Pêka gotina Ofîsa Serokwezîrê Îsraîl, 4 yekeyên leşkerî yên Hemasê li bajarê Refehê de ne, û Amerîkayê jî ragihandiye ku heta rewşa kesên medenî li bajarê Refehê de neyê berçavgirtin nikare piştevaniyê ji operasiyona Îsraîlê bike, lewma Binyamîn Natanyaho ferman daye hêzên ewlehî û berevanî ku bernameyeke çend alî ya derxistina xelkê û jinavbirîna milîsên Hemasê bo dewleta Îsraîlê bişînin.

Herwisa berpirsekî îsraîlî jî gotiye ku berî encamdana operasiyonê, Îsraîl dê hewlê bide xelkê medenî ku ji aliyê bakûr ve hatine wî bajarî, bi awayekî rêkxistinkî bo deverên bakûr bizivirîne.