Li gorî nûçeya Kolbernewsê, roja Înê 20ê Rêbendana 1402 a Rojî, kolberek li dema derbazbûn ji bilindahiyên sînorê Tete kevte xiwar û bi dijwarî birîndar bû, nasnameya wî kolberî Reşad Babayî temen 30 salî û xelkê bajarê Sine hatiye piştrastkirin.
Herwisa ew kolber li yek ji nexweşxaneyên Hewramanê tedaviyên despêkî bo hatiye kirin û raport wiha didne xûya ku bi sedema xirap bûna rewşa tendirûstiya wî bo nexweşxaneya bajarê Merîwanê tê veguhastin.
Li gorî amarên sala 2023 ku li Kolbernewsê hatine tomarkirin, 299 kolber li ser sînor û rêyan li nêvan Parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê de bi sedemên wekî, teqeya rastewxwe a hêzên rejîmê, reniya berfê û sir û seqem, kevtina ser mîn, kevtin li bilindahiyan û haletên din hatine kuştin û birîndar kirin, di nava vê hejmarê de 32 kolber wate %11 hatine kuştin û 267 kolber jî wate %89 birîndar bûne, bi giştî 299 kolber ku hatine kuştin û birîndarkirin, 261 halet wate %87 bi teqeya rastewxwe a hêzên rejîmê bûye, bi giştî 299 kolber ku hatine kuştin û birîndarkirin, 30 ji wan zarokên jêr temenê 18 saliyê bûne.