Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizbullaha Lubnanê dîsan rakêt avêtine Îsraîl

11:44 - 10 Şibat 2024

Hevdem digel çona Wezîrê Derve yê rêjîma Îranê bo Lubnanê, mûşekbarana Îsraîlê ji aliyê milîsên Hizbullahê ve dest pêkir û bilindahiyên Gulanê bûne armanca wan rêkêtan.

Roja Înê 20ê Rêbendanê Hevdem digel çona Wezîrê Derve yê rêjîma Îranê “Husên Emîrebdullahiyan” bo Lubnanê, milîsên Hizbullaha Lubnanê bilindahiyên Gulanê rakêtbaran kirin û idia kirine ku binkeyên Îsraîlê kirine armanc lê pêka raporên Îsraîlî ew bê encam bûye û ti xisarek canî û malî nebûye.

Rakêtbarana bilindahiyên Gulanê ji aliyê Milîsên Hizbullaha Lubnanê li halekê de ye ku roja berî hingê, fermandeyekî Hizbullahê ji aliyê dironeke Îsralê ve bû armanc û hate kuştin.

Herwisa balafirên şerker ên Îsraîlê binkeyên leşkerî yên Hizbullahê li gundê “Marûn El-Reis”ê û damezraveyên leşkerî li 2 bajarên başûrî yên Lubnanê de kirine armanc û teqandine.

Wezîrê Derve yê rêjîma Îranê li dema diço bo nav balafirxaneya “Beyrût”ê  got nûçegihanan ku ewlehiya Lubnanê, ewlehiya Îranê ye û piştevankirinên berfireh bo Lubnanê dê berdewam bin.

Gotinên wî berpirsê rêjîmê li halekê de ye ku her bi wî awayî piştevanî ji milîsên Hemasê dikir ku niha li nav tonêlên jêr erdê de jî ji destê serbazên Îsraîlê rizgar nabin û Xeze dane kawilkirin.