Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyên spaha pasdaran ji Sûriyê direvin

22:39 - 1 Şibat 2024

Pêka rapora “Reuters”ê, spaha pasdaran a terorîst, fermandeyên payebilind û pilekêm ji sûriyê derxistine û ew yeka dide xuya ku rêjîma Îranê li egera şer, wan milîsan bi tenê dêhle û wan dide kuştin.

Nûçegihaniya “Reuters”ê li nûtirîn rapora xwe de li roja Pêncşemî 12ê Rêbendanê daye zanîn ku piştî êrîşên Îsraîl ên li wan heftiyên derbasbûyî de bi dehan fermandeyên payebilind û pilekêm ji Sûriyê derxistine û bo parastina berjewendiyên xwe, milîsên Şîe yên ser bi rêjîmê bi kar tîne.

Ew yeka li halekê de ye ku rêjîma Îranê bi wê şûwazê, milîsên Hemasê tûşî şerekî kir ku bi 10an hezar ji xelkê Felestînê da kuştinê û Xeze da kawilkirin, her bi vê pêkê rêjîma Îranê bi rêya şerxwaziyên milîsên ser bi rêjîmê dixwaze xelkê welatên din jî bide kuştinê.

Armanca rêjîma Îranê bi kuştindana xelkê ye û heta niha jî bi rêya milîsên wek, Hizbullah û Hemas û Hûsiyên Yemenê û hejmarek ji milîsên ser bi rêjîmî li Îraqê, ew siyaseta xwe bi rê ve biriye.

Reutersê li rapora xwe de bi rohnî daye zanîn ku kiryarên rêjîma Îranê û piştevanîkirin ji terorîzmê pêsîra rêjîma Îranê jî deigre û bi vê yekê dixwaze xwe ji vê aloziyê rizgar bike.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku berpirsên ewlehiya Sûriyê û spaha pasdaran ji dana zanyarî li derheq nav û rêjeya berpirsên spaha pasdaran ku ji Sûriyê derketine, xwe diparêzin.