Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê êrîş kire ser çendîn cihên Lubnanê

12:01 - 10 Şibat 2024

Li bertekla havêtina rakêtan ji aliyê Hizbulaha lubnanê ve bo nava Îsraîl, Artêşa Îsraîl li 24 demjimêrên derbasbûyî de, êrîa dironî û mûşekî û bombebarana bi firokên şerker, kire ser hin deverên sinûriye Lubnanê û xisarên mezin gihandine milîsên Hizbulahê.

Maşîna fernamdeyekî Hizbullaha Lubnanê ku berpirsê êrîşên dironî yê Hizbullahê bo ser Îsraîlê bû, bû armanca dironeke Îsraîlê û pêka gotina çavkaniyên Lubnanî ew digel kesekî din bi dijwarî birîndar bûne.

Fermandeyekî payebilind ên Hizbullha Linbanê yê bi navê “Ebas El-Dibis” ku hevkarê spaha pasdaran a terorîst li danîna sîstema berevaniya esmanî li Sûriyê de bûye û herwisa berpirsê êrîşên esmanî yê Hizbullahê bo ser Îsraîl e, bû armanca dironekê û pêka raporên destpêkî hatiye kuştin lê çavkaniyên Lubnanê ragihandine ku ew bi dijwarî hatiye bilindarkirin.

Herwisa hatiye baskirin ku ew fermandeyê Hizbullahê, berpirsê avêtina mûşekên dije-tank ê Hizbullahê bo ser deverên sînorî yê Îsraîlê bûye û Artêşa Îsraîlê bo tolhildana birîndarkirina serbazekî Îsraîlî, ev milîs û kesên digel vî kirine armanc û maşîna wî bi mûşekekê teqandine.

Îsraîl çendîn binkeyên Hizbulahê kirine armanc ku tête gotin binkên leşkerî, sekoyên havêtina mûşekan, embarên teqemeniyan, meydana perwerdehiya leşkerî û yên dinê bûne, û gorî zaniyariyan xisarekî zêde a canî û malî û cebirxaneyî geheştiye Hizbulahê.