Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 66 mamosteyên zanîngehan li ser kar derxistin

12:11 - 10 Şibat 2024

Rêjîma Îranê li heyama 2 salan de 66 mamosteyên zanîngehan li ser kar dirxistine û ew yeke li pêvajoya projeya bi hucrekirina zanîngehan de hatiye kirin û xwendevanên olî danîne cihên wan.

Li hemya 2 salan de zêdetir ji 66 mamosteyên zanîngehan bi sedema givaşên navendên ewlehî yên rêjîmê li ser kar hatine derxistin an karê wan hatiye ragirtin an jî neçar bi deslikarkêşanê bûne û ew yeka ji destpêka şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê ve dest pêkiriye.

Navenda Şêwirmendî ya bi navê “Dadban” li roja Înê 20ê Rêbendanê, tevî belavkirina vê amarê li tora civakiya “X” de ragihand ku ji destpêka şoreşa “Jin Jiyan Azadiyê ve ew yeka dest pêkiriye.

Tevî ku berpirsên zanîngeha pêywendiya derxistina maomosteyên zanîngehan bi mijarên siyasî ve red kirine lê navenda gihandina zanyarî ya wezareta Navxwe bi belavkirina daxuyaniyekê, bi awayê nerasterast sedemên siyasî yên wan derxistina mamosteyên zanîngehan piştrast kirine.

Pêka wan amaran, zanîngeha Têhran û zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Tehranê li heyama wan 2 salan de zêdetir ji 26 mamoste ji ser kar derxistine ku zêdetirîn rêje li nav zanîngehên seranserê Îranê bo derxistina mamostayan e.

Rêjîma Îranê heta niha zêdetir ji 25 hezar xwendevanên xwendingehên olî wek mamosteyên zanîngehan û xwendengehan û dibistanan danîne ser kar ku paşhatên gelek dijwar dê hebin.