Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetîyekî welatparêz li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir

18:08 - 10 Şibat 2024

Roja Înê 20ê Rêbendana 1402 a Rojî, kesayetiyekî xweşnav û welatparêz ê bi navê Hecî “Simayîl Asta” xelkê gundê “Xurasp”ê ser bi devera Mirgewer a bajarê Urmiyê li temenê 93 saliyê de bi sedema nexweşiyê, koça dawiyê kir

Hecî Simayîl li sala 1367 a Rojî de bi sedema pêywendî digel Hizba Dêmokrat, digel hejmarek ji hevalên xwe bo heyamê 6 heyvan ji aliyê spaha pasdran a terorîst ve hatibû binçavkirin.

Navbirî mamê şehîdê Kurdistanê, “Xebat Asta” bû.

Hecî Simayîl heta dawiya dema jiyana xwe emegnas û wefadarê rêbaza şehîdan û Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ma.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide malbat û kesûkarên Hecî Simayîl” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.