Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sûriyê de 4 fermandeyên spaha pasdaran bi sedema jehrîbûnê, mirine

18:10 - 10 Şibat 2024

Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku hejmarek ji pasdarên rêjîma Îranê digel çendîn jinên pêywendîdar bi spaha pasdaran a rêjîmê, hatine dermanxwarî kirin û zêdetir ji 4 fermandeyê sipahê jî mirîne.

Pêka rapora Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê, hejmarek ji fermandeyên spaha pasdaran a terorîst digel hejmarek ji jinên pêywendîdar bi sipahê ve, roja Pêncşemiyê 19ê Rêbendanê, li devera “Dêrezor” a Sûriyê de jehrxwerî bûne û zêdetir ji 4 fermandeyên spaha pasdaran a terorîst bi vê sedemê ve mirine.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku nasnameya 2 fermandeyên terorîst ku bi sedema jehrê mirine, “ Hac Muqteda û Murtêza Molewî” ne û hejmarek jin jî digel wan terorîstên rêjîmê jehrî bûne ku rewşa hinek ji wan jinan gelek xirab hatiye ragihandin.

Tevî ku ragihandinên ser bi spaha pasdaran a terorîst li vê derheqê de ti zanyariyek belav nekirine, lê Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê, jehrîbûna wan terorîstan bi zanebûn ragihandiye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek zêdetir li derheq nasnameya fermandeyên din û jinên pêywendîdar bi spaha pasdaran û herwisa şêwaza jehrxwar kirina wan terorîstan, belav nebûne.