Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara kuştiyan li Xezê ji 28 hezar kesan derbas bû

10:27 - 11 Şibat 2024

Pêka rapora tendirustiya Xezê heta niha bi sedema şeê di navbera Artêşa Îsraîl û girûpa Hemasê de, zêdetir ji 28 hezar kesan li Xezê de hatine kuştin û zêdetir ji 67 hezar kes jî hatine birîndarkirin. Tendirûstiya Xezê ku ji aliyê Hemasê ve bi rê ve diçe li dawî rapora xwe de ragihand ku hejmara kuştiyan heta dawiya roja Înê, li Xezê gihîşte 28 hezar û 64 kesan û 67 hezar û 611 kes jî hatine birîndarkirin; ew Amarane li halekê de têne belavkirin ku milîsên Hemasê ku bi kincên medenî li nav xelkê de ne, Kuştî û birîndarên wan jî li vê amarê de ne, lê heta niha Hemasê hejmara serast a kuştî û birîndarbûna çekdarên xwe aşkera nekiriye.

Milîsên Hemasê ku ji xelkê Xezê wek mertalê zindî mifahê verdigrin, rêjeya kuştî û birîndarên xwe li nav vê amarê de perdepoş dikin.