Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbihorîna Navnetewî li derheq metirsiya bidarvekirina welatiyekî Kurd hûşdarî da

11:07 - 11 Şibat 2024

Bi sedema metirsiya bidarvekirinê li ser canê welatiyekî Kurd ê peyrevê ola Yarsan, Saziya Lêbihorîna Navnetwî li vê derheqê de hûşdar da û ragihand ku ew welatiyê kurd bi awayekî dadperwerane nehatiye dadgehîkirin.

Saziya Lêbihorîna Navnetewî bi belavkirina daxuyaniyekê tevî îşarekirin bi redkirina daxwaziya pêdeçon bi dosyeya welatiyê Kurd ê bi navê “Riza(Xulamriza) Resayî”, ku peyrevê ola “Yarsan” û yek ji xwenîşanderên li şoreşa “Jin jiyan Azadî”yê ye da zanîn ku navbirî bi dijwarî hatiye îşkencekirin û rastî lêdan, şokên elektrîkî, fetisandin, tundûtîjiya zayendî hatiye û îtirafên bi zorê ji navbirî vergirtine.

Pêka vê daxuyaniyê, Riza Resayî, xwenîşandserê şoreşa “Jin Jiyan Adadî”yê ku temenê wî 34 sal e, roja 25ê Sermaweza 1401 a Rojî li bajarê “Sehnê” de ji aliyê hêzên întizamî ve hate binçavkirin û li halekê de ku ti tawanek nebû, tohmeta kuştina karbidestekî hêza întizamî ya rêjîmê bi wî dan û piştre li dadgeheke nadadpewqerane de tevî ku ti belgeyeke serast jî nebûn, cezayê bidarvekirinê bi ser de sepandin.