Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî spaha pasdarana rêjîma Îranê li Serawanê hate kuştin

11:09 - 11 Şibat 2024

Pasdarekî terorîst li sînorê Serwanê ser bi parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê li dema ku mijûlê karê xwe yê terorîstî bûye, hatiye kuştinê lê zanyariyên zêdetir li ser sedem û şêwaza kuştina wî, heta niha nehatine belavkirin.

Pêka raporên belavbûyî, roja Şemî 21ê Rêbendanê, pasdarekî rêjîma Îranê yê bi navê “Murtiza Husêynî” ku pileya Serhengî hebûye, li dema encamdana operasiyonê de li devera Sînorî ya bajarê “Serawn”ê ser bi parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê hatiye kuştin lê zanyariyên zêdetir li ser çewaniya kuştina wî terorîstê rejîmê û bikerên vê, belav nebûne.

Beşa pêywendiyên giştî ya biryargeha Quds a ser bi spaha pasdaran a teroreîst tevî piştrastkirina vê nûçeyê, îdia kiriye ku ew pasdare li dema encamdana operasiyona fêrkariyê de hatiye kuştin û ser bi tîpa “Cewad ul E,êmmê” ya li Xurasanê bûye.