Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengê diruşma “Merg ber dîktator” li seranserî Îranê tête bihîstin

11:13 - 11 Şibat 2024

Xelkê azadîxwaze li berteka leyîza agir a rêjîmê bi hilkevta 22 yê Rêbendanê, bi diruşma mirin bo Xamineyî, sernixûn be rêjîma komara îslamî, mirin bo dîktator, bersiv dan.

Şeva derbasbûyî 21 li ser 22 yê Rêbendanê, xelkê azadîxwaz û li seranserî bajar û navçên îranê de, bi dirûşmên şoreşvanî û bi dijî rêjma Axundî, carekî dinê dane selimandin ku rêjîmê ti rewatiyek nemaye û ne tenê xelk 22yê Behmenê bo armanca qirêje rêjîmê pîroz nakin, belkî vê yekî dikne derfet ku dijayetiya xwe li hember dîktatoriya wilayeta feqîh de bidne xuyakirin.

Şeva derbasbûyî li hemî taxên bajarê Têhranê, Meşhed, Kerec, Reşd, Şîraz, Îsfehan, li piraniya navçên netewên bêmaf de, dengê diruşmê bi dijî dîktatoriyê bajar tejî kiribûn, yan li piraniya bajaran de postêr û binêr û wêneyên rêjîmê hatine dirandin û şevitandin,  li hin taxên bajarê Têhranê xelk bi derkevtina ser şeqaman dest kirne bi diruşmên bi dijî rêjîmê.