Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li heyva “Kanûna duyem” de 86 kes bidarvekirine

11:16 - 11 Şibat 2024

Li heyama heyva derbasbûyî ya Zayînî de rêjeya sepandina cezayê bidarvekirin û cîbicîkirina wan cezayan bi yekcarî zêde bûye û li vê heyvê de 86 kes hatine bidarvekirin.

Pêka rapora “HRANA”yê rêjîma Îranê bi sepandina cezayê bidarvekirinê bi ser 35 kesan û herwisa cîbicîkirin acezayê bidarvekirina 86 kesan, zêdetirîn rêjeya bidarvekirinê li îsal de hebûye û ew yeka dide xuya ku rêjîma Îranê tevî hemû huşdarîdan û daxwaziyê civaka navnetewî û rêkxiravên mafê mirovî, bi awayekî zêdetir û berfirehtir, xelkê bidar diveke.

Tevî rohnebûn û bêalînebûna dadgehê, nebûna belgeyên serast bo dadgehê û herwisa îtirafên bi zorê û li jêr îşkenceyan de bi armanca tolhildan ji xelkê nerazî, rewşek wiha li wan dadgehan de çêkiriye ku her kesek ku bê binçavkirin, rengehiya sepandina her cezayekê bi ser de heye.

Rêjîma Îranê bi berdewamî û bi rêya kesên binav dadwer, li dadgehan de bi armanca jinavbirin û bêdengkirina diijberan û herwisa tirsandina xelkê û serkuta nerazî û dijberan, cezayê bidarvekirinê wek alavekê bi kar tîne.

Herwisa “HRANA”yê xişteyek ji rêjeya bidarvekirin û sepandina cezayê bidarvekirinê ji heyva yekem a sala 2023 heta heyva yekem a 2024ê belav kiriye ku zêdetirîn rêje li heyva Kanûna Duyem a sala 2024 de bûye.