Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîmê îsal bi Sandîs û sinaryoyan jî nekarîn xelkê beşdarê rêpîvanan bike

11:48 - 11 Şibat 2024

Rêjîma dîktator ku ev 45 sale sebebkarê hemî rojreşiya xelkê Îranê ye, îsal bi sedemê beşdarî nekirina xelkê, li piraniya bajaran de nekarî rêpîvanên bi hilkevta 22 yê Rêbendanê lidar bixe.

Îro rêjîmê li bajarê Têhranê bi hin şano û sinaryoyên weke manovra xwe havêtina Çetirbazan, derkevtina hêza întizamî bi Hespan, belavkirina şîrnî û sandîsan, ji bilî hin deshilatdarên rêjîmê, nekarî xelkê beşdarî rêpîvanê bike.

Rêjîmê li hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Belûçistanê jî cehd kir ku rêpîvanan bi rê ve bibe, lê xelkê azadîxwaz û netewên hişyare Kurd û Belûç amade nebûn beşdar bin û rêjîm û hin berpirsên wê û komek xwefiroş û kirêgirtiyên xwe ku êdî bi temamî xwe ji rêza xelkê cuda kirine, bi serşorî tenê man û li piraniya bajarên Kurdistan û Belûçistanê de ev rêpîvan bi rê ve neço.

Rêjîmê şeva derbasbûyî bersiva xelkê welat bi diruşmên bi dijî rêjîma dîktator vergirt.

Ji aliyekî dinê jî rêjîmê gef ji mamostayan û qutabiyan kiriye ku ger li rêpîvanan de beşdariyê nekin, dê piştre digel siza û derêxistin li ser kar û birîna hiqûq û jêpirsînê hember bibin.