Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêka hinek berawirdan %77 a xelkê Îranê di hilbijartinê de beşdariyê nakin

11:01 - 12 Şibat 2024

Piraniya xelkê Îranê amade nînin deng bi vê rêjîmê bidin û bi tenê hejmarek ji kesên ser bi vê rêjîmê ku hejmara wan kêmtir ji %15 ê ye, renge deng bidin.

Pêka raporekê ku damezraveya “Goman” li encama rapirsiyekê de belav kiriye, %77 a xelkê amade nînin beşdarî li dengdanên rêjîmê de bikin û bi tenê %15 a xelkê gotine ku dê beşdariyê bikin û herwisa %65 a kesên ku bo cara yeken dikarin deng bidin, amade nînin ku beşdarî li dengdanê de bikin û bi tenê %27 gotine ku dê beşdar bin.

Herwisa pêka rapora “Goman” %38 a xelkê agehdarê dema birêveçona hilbijartinên Meclisê nebûne.

Rêjîma dîktatore komara îslamê bi armanca bidest ve anîna rewayetiyê bo xwe, hemî cehda xwe dike ku di 11ê Reşemê de bo binav hilbijartina nûnerên meclisê û herwisa meclisa Xêbrgana rêberî, xelkê bikêşne ser sindûqên dengdanê, lê nêzîk bi hemî xelkê welat, êdî naxwazin bi beşdariya xwe çiyê dinê rewayetiyê bo rêjîmê vegerînin.