Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bervajiyê yasayên navnetewî, zarokan dîşîne deverên cihê şer

11:08 - 12 Şibat 2024

Pêka yasayên navnetewî yên parastina mafê zarokan, ti welatekê mafê vê yekî nîne ku zarokan li karûbarên leşkerî de bi kar bîne û rêjîma Îranê bi şandina nêzî 100 zarokên dersxwan bo deverên cihê şerê Îran û Îraqê wan fêrî tundûtîjiyan dike.

Pêka rapora “HRANA”yê, rêjîma Îranê 90 zarokên dersxwan ên pola 2 a navendî yên bajarê Ferahanê li jêr navê “Rahiyanê Nûr” bo deverên “Howêyze, Telaîye û Xuremşehr”ê şandine ku  li wir perwerdeya leşkerî bibînin, ew yeka bervajiyê yasayên navnetewî yên parastina mafê zarokan û bikaranîna zarokan li karûbarên leşkerî de ye.

Li deverên “Howêyze, Telaîye û Xuremşehr”ê de şerên herî xwînawî yên li navbera Îran û Îraqê de qewimîne ku heta niha jî paşmaweyên wan şeran wek gulleyên rizî, çeperên herifî, tankên teqandî û cihên teqîna bomp û mûşekan têne dîtin.

Li vê derheqê de fermandeyê besîcên bajarê Ferahanê gotiye: “Li dûyemîn qonaxa şandina “Karwanê Rahiyanê Nûr”, 90 xwendevanên kur ên pola 2 a qonaxa navendî bi rêya 2 otobûsan bo deverên cihê şer ên başûrê Îranê hatine şandin.

Hêzên rêjîma Îranê hewlê didin ku tundûtîjiyên şer bi wayekê bo wan zarokan asayî bikin û bi pewerdeya leşkerî, bo encamdana tundûtîjiyan wan han bidin.