Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî xelkê bajarê Seqizê kevte ber êrîşa tundajoyên Olî

16:58 - 3 Şibat 2024

Ciwanekî temen 20 salî xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê tundajoyên Olî ve bi derba çeqûyan bi dijwarî hatiye birîndarkirin û piştere wan tundajoyan ku rêjîma Îranê piştevaniya wan dike, gef li malbata wî ciwanî jî xwarine.

Pêk zanyariyên ku Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê belav kirine, “Nehro Rostemnijad” ê temen 20 salî, û xelkê bajarê Seqizê, li yek ji parkên bajarê Seqizê de rastî êrîşa çend kesên tundajo yên olî hatiye û bi derba çeqûyan bi ser û her 2 pêyên wî, bi dijwarî birîndar bûye.

Malbata “Nêhro Rostemnijad” bi awayê yasayî şikayet ji wan tundajoyên olî kiriye û belgefîlm û wêneyên peypwendîdar jî dane dadgehê, lê heta niha dadgehê bi tî awayekê pêregihîştin  bi şikayeta ji wan girûpên tundajo nekiriye û bi rêya hinek kesan piştevaniya wan dike.

Herwisa Kurdpayê daye zanîn ku wan tundajoyên olî gef ji vê malbatê xwarine ku hekî lêxweşbûna xwe ji wan nedin dadgehê û şikayeta xwe ernegirin, ew dê çendîn kesên malbata wan bikujin.

Girûpên wiha tundajo bi piştevaniya rêjîma Îranê heta niha çendîn cinayetên hovane li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de kirine ku rêjîmê heta niha ti kesek binçav an gazî dadgehê nekiriye.

Li 3ê gelawêja Îsal de jî ciwanekî Kurd ê temen 35 salî yê bi navê “Farûq Reşîdî” xelkê bajarê Seqizê ji aliyê girûpên olî yên tundajo ve bi awayekî hovane hatibû kuştin ku rêjîmê ti lipeykletinek bo vê cinayetê nekiriye.