Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li êrîşa esmaniya Îsraîl bo ser bajarê Refehê zêdetir ji 100 kesî hatine kuştin

12:02 - 12 Şibat 2024

Li dawî êrîşa esmanî ya Artêşa Îsraîl bo ser milîsên Hemasê li bajarê Refehê, zêdetir ji 100 kesî hatine kuştin lê xuya nîne ku ji vê amarê, çend kes milîsên Hemasê ne.

Çavkaniyên ser bi Hemasê ragihandine ku li sibêdeha roja Duşemî 23ê rêbendanê, êrîşeke berfireh a esmanî bo ser bajarê Refehê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin ku pêka amarên destpêkî zêdetir ji 100 kesî hatine kuştin û zêdetir ji 230 kesî jî hatine birîndarkirin lê wan çavkaniyan ti basek li hejmara kuştî û birîndarên Hemasê ku li vê amarê de ne nekirine.

Pêka zaniyariyên belavbûyî, geryan li pey kuştî û birîndaran li nav kawilan û dîwarên herîfî de hêj berdewam e û renge ew mare zêdetir jî bibe.

Milîsên Hemasê ji malên xelkê, mizgevtan, xwendingehan, nexweşxaneyan û cihê lîstokên zarokan û çendîn cihên din wek çeper û enbara cebilxane û cihê manê bi kar tînin ku gelek caran dibin armanc û ji nav diçin.

Tevî ku heta niha Îsraîlê bi awayê bejayê êrîş nekiriye ser bajarê Refehê lê serokwezîrê Îsraîl fermana amadehî bo vê yekê daye û Amerîkayê jî li vê derheqê de huşdar daye Îsraîlê ku bê berçavgirtina rewşa xelkê medenî bo parastina canê wan û veguhastina wan bo cihên ewleh, piştevanî li êrîşa bejayî ya Îsraîlê nake.

Pêştir jî Saziya Ewlehiya Îsraîl û artêşa Îsraîlê bi awayekî hevpar bernameyek bo êrîşa bejayî bo ser bajarê Refehê, bi armanca veguhastina xelkê medenî li bajar û jinavbirina milîsên Hemasê bo ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê şandine.