Roja Yekşemî 22ê Rêbendanê, şandeke Komîteya Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê bi serperestiya Mamoste Mela Biraîm Mecîdpûr, liser banghêja Rêkxistina Hulendê a Tevgera Avakirina Dêmokrata Kurdistan-Sûriye beşdarî li vê simînarê kirin ku bo rêzdar Mustefa Cûmie Berpirsê Serokatiya Tevgerê hatibû rêkxistin.
Ev simînar, bi beşdariya nûnerên hizb û aliyên siyasye Kurdistanî birêve çû.
Rêzdar Mustefa Cûmie behsek liser rewşa Rojhikata Navîn û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê kir ku li beşa dawî de bi pirsiyar û têbîniyên amadebûyan û bersivdana rêzdar Mustefa Cûmie piştî çend demjimêran dawî pê hat.