Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîm bi hemî awayekê cehda peçavtina şikesta xwe dide

11:52 - 2 Adar 2024

Beşdarî nekirina nêzîk bi hemî xelkê Îranê li şanoya hilbijartina rêjîmê de, Ne yekî mezin û bê mînak bû li hember rêjîma dîktator a komara Îslamî de.

Roja derbasbûyî baykota hilbijartinê ji aliyê xelkê seranserî Îranê serkevt û şikest û torandinekî mezin bû bo rêjîmê.

Gorî rapor û zaniyariyan, li astê seranserî de serhev kêmtir ji %20 xelk çoye ser sindûqan û beşdar bûye, li hin bajar û nawçan de rêjeya beşdariya xelkê negeheştiye %5 jî, bi taybetî li nawşên netewên bê maf wek Belûçistan û Kurdistan û El Ehwazê de, ji wê rêjeyê jî kêmtir bûye.

Rêjî bi armanca peçavtina vê şikesta xwe a mezin û torandina rewayetiyê, kevtiye çevtekarî û belavkirina amarên qelp û direvîn.

Li halekê de hemî xelkê Îranê û cîhanê berçavê xwe dîd û bi hûrî ev hilbijartin dişopandin û dizanin ku pitir ji %86 xelkê beşdarî nekiriye, rêjîmê ragihandiye û %40 ji xelkê deng daye.

Ev serkevtina baykotê û şikesta dîktatoriyê, bi çi awayekê bi vir û direvan û belavkirina amarên direvîn, nayête pîne kirin û rastî nayêne veşartin.