Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat bi hilkefta cejna Newrozê û hatina sala nû

10:44 - 19 Adar 2024

Welatiyên xoşewîst!

 

Xelkêl xebatkar û azadîxwazê Kurdistanî!

 

Malbatên serbilind ên Şehîdan û girtiyên siyasî!

 

Bi hilkefta hatina cejna Newrozê û nûbûna salê, ji dil ve em pîrozbahiyê li weyê xoşewîst dikin û em hivîdikin ku sala nû, salek bi xêr û xweşî û pir destkevt be bo xelkê Kurdistanê û tevgera siyasî-netewiya gelê me.

Bûne û rêûresmên Newrozê ya îsal bi vê germ û guriyê ku heyamek e bi rê kevtiye û heta niha jî berdewam e, dîmeneke civan û manadar daye Newroza îsal ku hem cihê hiviyê ye û hem cihê şanazîpêkirinê ye. Hivêderî bi vê sedemê ku gelê me bervajiyên xwast û îradeya desthiltdarên Komara Îslamî, xebatkar û xweragir ma û teslîmê siyaseta paremayî û daxistiya wan nebû. Her wekî çawa ew dîmenên civan li vê Newrozê de bi cîhanê da nîşandan, bervajiyê îdeolojiya Komara îslamî û siyaset û bernameyên wan ên li 45 salên derbasbûyî de bû. Komara Îslamî û îdeolojiya paremayî ya vê bi dirîjahiya temenê desthilatdariya xwe, li dijî her cure şadî û keyfxweşî û zindîbûneke xelkê Îranê û Kurdistanê bûye. Encama vê siyaseta çewt û dije mirovî, eva ye ku îro li Îranê li nav weletê herî xemgîn de cih girtiye, lê xelkê jiyanperwer û xebatkare Kurdistanê, neînku teslîmê vê siyaseta Komara Îslamî nebûye, belku her dem û bi taybet li Newroza îsal de me dît ku çawa û bi çi şêwazekê îradeya şad û bextewerjiyana wan bi ser xwasta rêjîmê bi ser kevt. Lewma ew coş û xuroşa welatiyan, hem bo îro û paşeroja gelê me hivîder e û hem cihê şanazîpêkirinê ye, Çimkî îradeya çiyayî, berxwedana bivêraneya wan daxwaz û xwestên rêjîmê tûşî şikestê kirin.

Hevniştimaniyên hêja!

Ewa ku li Newroza Kurdewarî û Kurdistanê de bo me hemûyan bûye şanazî, her wisa bi hêsanî bi dest ve nehatiye. Ev destkevta, encama xebat û rawestaneke mezin û serîneçemandineke dehan saleya  xelkê Kurdistanê û hêzên siyasî ye ku li hember çi cur zordarî û tepeserkarî û bikaranîna hemû cure siyaset û pîlaneke Komara îslamî de serî neçemandin. Lewma ji berê ve, Newroz li Kurdistanê de bi tenê hatina demsala Bihar û sala nû û guherîna salê nîne, belku hêmayek bo serîneçemandîn, geşekirin û serîhildan li hember hikûmeteke mirovkuj e ku bi hemî rê û şêwazan bi hemû alavekê, cehda fetisandina dengê mafxwazaneya gelê Kurd dide.

Hekî em wan her 2 biharên pîştî şoreşa “Jîna”yê berçav bigrin ku bi destê reş ê Komnara Îslamî, 10an û 100an ciwanên bivêr bi dilek tejî ji hêvî yên Kurd, li ser şeqam û li girtîgehan û li nava refên Pêşmergên Kurdistanê de, şehîd û birîndar kirin û tevî ku nayê înkarkirin ku vê yekê daxên giran danane ser dilê xelkê Kurdistanê, lê gelê me baş ji vê yekê têgihîştine ku nabe teslîmê wan siyasetên Komara Îslamî bibin û li karesatê de bimînin. Xelkê Kurdistanê da nîşandan ku tazîgirtî û destliserdestdanîn li mal de narûnê, belku bervajiyê xwesta Komara Îslamî, wan boneyan dikin çepera mafxwazî û nasnamexwaziyê û ne bi tenê xelkê asayî, belku me dît ku malbat û kesûkarên serbilind ên Şehîdan bûn ku li vê xebat û berxwedanê de li hember dujmin li rêzeya herî pêşiyê ne. ewa ev û heval û kesûkarên şehîdên me ne ku bajar bi bajar û gund bi gundên Kurdistanê, meşxela agirê Newrozê hildikin û serçopiya rizgariyê dikêşin, her ev yeka remza mana hertimî ya xelkê Kurdistanê û xebata me ya rewa ye.

Xelkê xebatkare Kurdistanê!

Rewşa Îsal ku derbas bû, tevî ku bo hemû xelkê Îranê tal û dijwar bû, lê Kurdistan her wek berê pişka bingehîn bela û binpêkirina sîêstematîk a maf berket. Li vê salê de hejarî bêkarî û bilindbûna nirxan bi qasekê givaş xistibû ser malbatan û hem dîsa bersiva her cure nerizayetîê û lihembersekinînên medenî yên xelkê, girtin û îşkencekirin, sepandina cezayên girtîgeh û bidarvekirina têkoşerên Kurd bû. Komara Îslamiya Îranê bo sekinandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê jî li hemû waran de ya ku ji dest hat, xwe neparast û bi hemû hêza xwe, cehd kir ku me bêxe tengasiyekê daku rêya xebat û tekoşîna me bide girêdan. Lê me hemûyan bi piştevanî û îlhamvergirtin ji hev, heta bo demekê jî li hember Komara Îslamî de me serî neçemand û xebat û tekoşîna xwe berdewam kir. Civaka Kurdistanê bi xebat û tekoşîna medenî û nasnamexwaziyê, eva ku li hilbijartinên 11ê Reşemê û hilkefta Newroza îsal de da selimand ku ji her derfetekê mifah verdigrin û ji aliyê din ve jî, ne mûşekbaran û teror û ne çi cure givaşeke siyasî û ewlehî û astengîçêkirin bo têkoşerên siyasî, narawestîne û bi sedema piştevanîkirina hev, serbilind û wek hertim li çepera xebata mafxwazane de mane û alxahîn in ku tevgera siyasiya Kurdistanê li vê xebatê de dê serbikeve, lewma bi balkêşandin bi xweşmêrî û şanazî firandina vî heyamî a xelkê Kurdistanê, gelek bi cihe ku em şanazaiyê bi gel û ciwanên têkoşerên gelê xwe bikin û hivîdarê paşerojeke rohn bin û dest li nav destê hev û bi yekêtî û bi îlhamvergirtin ji Newroza Kurdistanê, xebata xwe heta serkevtina yekcarî, berdewam bikin.

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, tevî nûkirina soza xwe digel we yên hêja, destê hevxebatiya we bi germî digivîşîne û careke din Newroz û sala nû ya Kurdî, li xwe pîroz dike

Bi hêviya serketin û azadî û rizgariya yekcarî ya gelê me.

 

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

 

Newroza 2724 a Kurdî