Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirê Newrozê li Kurdistanê geştir dibe

13:29 - 19 Adar 2024

Agirê Newroza Kurdewarî, wek serîhildanek li hember rêjîma Îranê bi gur û tîn , bi govend û sirûdên netewî û dirûşmên şoreşvanî, li Rojhilatê Kurdistanê de berdewam in.

Li berdewamiya pîrozkirina Newrozê de, xelkê welatparêz û hezkiriyên Kurd û Kurdistanê li çendîn bajar û deverên din de li Rojhilatê Kurdistanê, bi hilkirina agir, govend û dîlanê, sirûdên netewî, axabanî û hewriyan û dirûşmên netewî, pêşewazî li sala nû kirin ku ew pîrozbahî wek serîhildanek li hember rêjîma Îranê bi gur û tîn e.

Li gundê “Daşbend” û “Kaniyereş”ê de ser bi bajarê Bokanê de agirê Newrozê ji aliyê dayîkên şehîdên şoreşa “Jînayê ve hate hilkirin, bi 100an kes beşdarî li vê rêûresma netewî de kir û sirûdên netewî strandin û dirûşmên netewî dan û bi axabanî û hewriyan li dora agirê Newrozê govend girêdan û dîlan kirin.

Li Bajêrokê Dizeya Mirgewer a Urmiyê li Bajêrokê Rajanê û li piraniya taxên bajarê Urmiyê û nawçên girêdayî bi wî bajarî, xelkê welatparêz bi coş û xroşekî mezin û bi hêmayên netewî û sitran û govenda Kurdî, û bi hilkirina Agir, berbi pêşwaziya Newrozê ve çon.

Herwisa li Gundê “Kawlan”ê ser bi bajarê Mihabadê, xelkê wî gundî bi kincên Kurdî, axabanî û herwiriyan pêşewazî li hatina sala nû û Newroza Kurdewarî kirin, li dora agirê Newrozê kombûn û govend girêdan û dîlan kirin ‘ herwisa xelkê bajarê Mihabadê li sêrêyana “Şîlanan”ê de şeqam daxistin û rêûresmên Newrozê bi axabanî û hewriyan bi rê ve birin.

Li devera Xurasanê û li bajarê Şîrwanê, ciwanên hezkiriyên Kurd û Kurdistanê bi hilkirina agirê Newrozê, bi kincên Kurdî û axabaniyan, newroza Kurdewarî pîroz kirin û meşxelên Newrozê hilgirtin û gerandin.

li bajarê Seqîzê de jî bi hezaran kes li bajaroka “Sahib” a wî bajarê de kombûn û bi axabanî û sirûdên netewî pêşewazî ji sersala nû û hatina Newrozê kirin û li dora agirê Newrozê govend girêdan û dîlan kirin û dirûşmên netewî wek “heta Kurdek bimîneî Kurdistanê dê bimîne” dan.

Li gundê “Qereqişlax” û “Mîredê”yê ser bi bajarê Mighabadê de jî bi hezaran kes ji xelkê xwedîhelwîst û Kurdperwer, bi camane û hewriyan rêzeya guvendê girêdan û li dora agirê Newrozê dîlan kirin û sirûdên netewî strandin.