Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merasimên girseyî ên Newrozê li seranserî Kurdistanê berdewamin

13:31 - 19 Adar 2024

Li piraniya dever û gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê ev çend rojin nku bo pêşwazî ji sala nû û cejna Newrozê merasimên mezin û bi şan têne li darxistin.

Li wan merasimande ku her li Îlamê ve bigre heya Makûyê, xelkê Kurdistanê bi kincên netewiye xwe, bi Axabanî û Hewriyê wek remzên yekrêziya netewî, beşdar dibin.

Agirê newrozê li piraniya wan merasiman de ji aliyê dayîk û bab û kes û karên şehîdên Kurdistanê ve têne hilkirin.

Keç û xortên dil tejî ji hivî, dest bi destê hev, wekî neteweyekî zindî, govend û dîlanê digrin.

Li piraniya wan merasiman de, xelkê dirûşmên netewî û şorişvanî û bi dijî dîktatoriyê dane.

Gelek bajaran hêzên rêjîmê cehd kirine ku pêşya bi rê ve çona merasiman bigrin û bi milîtarîze kirinê û gef û manovran, nekarîne pêşya girseya dehan hezariye xelkê bigrin.

Xelk li nava wan merasiman de dirûşmên wek, mirin bo dîktator, min bo rêjîma îslamî, mirin bo caş, şehîd namirin û rêka wan dom dike, bijî Hizba Dêmokrat, Qasimlo rêka te dirêjî heye, ev merasim bi temamî kirine mitîngên siyasî û şorişvaniye netewî.

Wê yêkîtî û meramên han li kurdistanê de, li astê dunyayê de deng vedaye .