Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 466an a rojnameya Agirî ku ziman halê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

23:09 - 19 Adar 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Li rûpela 1 a 466 emîn hejmara Agirî de manşêta “Peyama pîrozbahiya Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat bi hilkefta cejna Newrozê”û hatina sala nû dikevne ber çavan.

Rûpelên 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo deqa peyama Newroziye Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê.

Rûpelên 3, a vê hejmara Agirî de deqa daxûyaniya Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkevta 8ê Adarê roja cîhanî a Jinan hatiye çapkirin.

Rûpela 4 ê de deqa 2 peyamên Rêzdar Mistefa Hicrî berpirsê giştî yê Navenda Birêveberiya PDKÎ li derheq “Rapora Komîteya derêxistina rastiyan, ku weke pêngaweke girîng binav dike, û herwisa Peyama rêzdar Mistefa Hicrî bo salroja kîmiyabarana Helebçê dikevne ber çavê xwênerên hêja.

Rûpela 5ê de gotara: “Newroz li panahiya nîştiman” ji nivsîna Kerîm Perwîzî Hatiye weşandin

Rûpela 6an a 466 emîn hejmara Agirî gotarek li jêr nave “Yekgirtina netewî û hewcehiya siyaseta 360 pileyî” ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî

Rûpela 7ê de gotara:  “Rojhilat ji Newroza bêmînak re amade ye!” ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.

Rûpela 8 de  gotara: “Şeş sal li ser dagîrkirina Efrînê derbas bûn” ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.

Rûpela 9 ê de gotara: “Kurtenivîsek li ser danasîna Yekîtiya Jinan” ji nivîsa Mojgan Elîpûr.

Rûpela 10 ê hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr nave “Bidin Hev Dest Û Milan” ji nivîsa Serbest Urmiye.

Rûpela 11 ê a 466 emîn hejmara Rojnameya Agirî de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî weke hemî vê carê dîsan hatiye terxankirin bo postêrekê bi diruşma “Newroza Meşxelên Rizgariyê, Mizgîniya Pêşeroja Geş” postêr temsîla berxwedan û coş û girseya cejna Netewiye Kurdan anku Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê dike ku ev bone û merasim bûne qada berxwedan û serhildan û yekrêjiya netewî. Ev postêr bi dîzayîn û zehmeta Serbet Urmiye hatiye kêşan.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.