Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê welat bi sedema serkevtina Baykotê û şikesta mezine rêjî şadiya xwe didne xûya

12:36 - 2 Adar 2024

Roja 11ê reşemê ku rêjîmê maşkanê ya hilbijartinê bi rê ve dibir, piraniya xelkê welat bi armanca baykotê û beşdarînekirina li vê hilbijartinê, yan li malê xwe de man, yan bajar û cihê jiyana xwe derkevtin û çone cihên seyahetî û çolê bo geşt û seyran û xweşiyê.

Roja derbasbûyî ji bilî baykota bi hêze hilbijartinê, heta xwedî dukan û bazarî jî neçone ser kar û dukanên xwe, û bazar û bajar çol û hol bûn û tenê hêz û karmendên ser sindûqan li ser şeqaman û cihên dengdanê de xûya bûn.

Ser êvarî piştî şikesta mezin a rêjîmê û serkevtina xelkê û dengê baykotê, li gelek bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Têhranê, keç û Kurên azadîxwaz dest kirne bi derbirîna xweş û şahiyê û ev serkevtina xwe û şikesta rêjîmê ji hevdu pîroz kirin.

Di rastî de xelkê ev hilbijartin bi rêfrandomek bo sernixûnî û ne gotin bi rêjîmê dihesibînin.