Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl zêdetir ji 358 milîsên ser bi rêjîma Îranê li nexweşxaneya “Şefa” de li Xezê, girtine

11:08 - 23 Adar 2024

Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku li êrîşên xwe bo ser nexwşxaneya Şefa li Xezê de, zêdeir ji 500 kes ku zêdetir ji 358 kes ji wan milîsên Hemas û Cehada Îslamî ne binçav kirine.

Pêka rapora ku Artêşa Îsraîl li roja Pêncşemî 2ê Xakelêweya 1403 a Rojî belav kirine, zêdetir ji 358 kes ji milîsên Hemas û Cehada Îslamî ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hatine binçavkirin û bi vê yekê derdikeve ku milîsên ser bi rêjîma Îranê, nexweşxane wek navendeke leşkerî û fermandehiya şer digel Îsraîlê bi kar anîne.

Herwisa Artîşa Îsraîl li roja Înê 3ê Xakelêweyê ragihandiye ku hêj hejmarek ji terorîstan li vê nexweşxaneyê de mane û daxwaz ji wan kiriye ku xwe radest bikin û hekî teslîm nebin dê şer li navbera wan de li nexweşxaneyê de biqewime.

Ji aliyekî dinê jî ku Amerîka bi armanca rawestandina şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de reşnivîsa biryarnameyekê agirbestê biribû şêwreya ewlehî a netewên yêkgirtî, ev pêşniyar û biryarnama Amerîka, ji aliyê Rûsiye û çînê ve hate Vêtokirin û red kiribn.