Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmên pîrozkirina Newrozê berdewam in

11:16 - 23 Adar 2024

Li 10an gund û bajarê Rojhilatêî Kurdistanê rêûresmê Newrozê li roja Înê bi rê ve çûne û tevî hem cehda rêgiriyên rêjîmê, xelkê agirê bi gure serhildanê hilkirin û sirûdên netewî strandin û newroz pîroz kirin.

Roja Înê 3ê Xakelîêweya 1403 a Rojî, xelkê gundê “Etmîş”ê ser bi bajarê Mihabadê rêûresmeke berfireh a pirozkirina Newrozê bi rê ve birin û dayîkên şehîdan “Salar Mucawir, Muhsîn Mezlûm û Wefa Azerbar” meşxel bi dest, agirê Newrozê li wî gindî de hilkirin û xelkê bi axabanî, hewrî û kincên Kurdî, Newroz pîroz kirin.

Merasima Newrozê û sala nû bi awayekî bê mînak û bi beşdariya dehan hezar kesan li bajarê Urmiyê de hate lidar xistin, û peşqelê Agirê newrozê û şahî û govenda keç û kurên jiyandoste Urmiyê, kela zordariyê û stûnên dujmin lerizand.

Herwisa li gundê “Hacî Hesen”ê ser bi bajarê Miyandawê, rêûresma Newrozê bi beşdariya hezaran kesî bi rê ve ço û xelkê bi gur û tîneke zêdetir ji hemû salan agirê Newrozê hilkirin.

Li gundê “Şayenî”yê ser bi bajarê Kamêranê bi hezarn kes ji xelkê, li rêûresma Newrozê de beşdarî kirin û  bi axabanî û hewriyan sirûdên netewî strandin û govend û dîlan lidar xistin.

Li gundê Alîkenda bajarê Bokanê de jî bi beşdariya malbatên şehîdên şoreşa “Jîna”yê yên bajarê Bokanê, agirê Newrozê hate hilkirin û sirûda “Ey Weten” hate strandin û bi govend û dîlanê, cejna newrozê hate pîroz kirin.

Li gundê “Qarnê” ser bi bajarê Nexedê jî bi beşdariya hezaran kesî, rêûresma Newrozê bi gur û tîneke mezin, hate birêvebirin û xelkê bi axabanî û hewriyan bi sirûdên netewî li dora gair de govend girêdan û dîlan kirin.

Tevî hemû rêgirî û amadebûna hêzên ewlehî yên rêjîmê, xelkê “Giyelan”ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, agirê Newrozê hilkirin û zêdetir ji 30 hezar kesî li vê rêûresmê de beşdarî kir û germ û guraiya beşdariya xelkê bû sedema paşvekêşiya hêzên ewlehî, û agirê Newrozê hate hilkirin û govend û şahî hate lidar xistin.

Herwisa xelkê welatparêz ê gundê “Nê”yê ser bi bajarê Merîwanê, tevî rêgiriya hêzên ewlehî û gefxwarinên wan hêzan bo binçavkirina xelkê, agirê Newrozê, wekî serîhildanekê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi hilkirina agirê Newrozê û axabanî û hewriyan, pêşewazî ji sala nû hilkirin û li ber çavên hêzên ewlehî, Newroza Kurdewarî pîroz kirin.

Li gundê “Şayenê”yê ser bi bajarê Kamêranê, rêûresma Newrozê bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi rê ve ço û kur û keçên wî gundî bi beşdariya xelkê rêûresma Newrozê lidar xistin.

Li gundên “Melqernê û Xeyir û Ayçî”yê ser bi bajarê Seqizê, bi hezaran kes beşdarî li rêûresma Newrozê de kirin û xelkê wan gundan li dora agirê Newreozê, sala nû pîroz kirin.

Herwisa li gundê “Nestan”ê  û “Sîsêr”ê ser bi devera “serdeştê”ê bi beşdariya hezaran kesî, govendeke berfireh li dora Agirê Newreozê hate girêdan û dîlanek bi guriya serîhildanê bi rê ve ço.

Merasimên bi coş û girseyî û bê mînake îsal li Rojhilatê Kurdistanê de li cîhanê deng veda û bû sertopa nûçeyên mêdiayan, herwisa bi dehan hezar kesî li nawçên dinêye Îranê re ji bona beşdarî û dîtina Newroza Kurdan, li wan çend rojan de, serdana Rojhilatê Kurdistanê kiribûn.