Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spasnameya Navenda Teşkîlat a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bo xelkê Kurdistanê

11:18 - 23 Adar 2024

Xelkê xebatkarê Kurdistanê!

 

Destpêka sala nû û Newroza îsal bi vê hemasê û yekgirtinê û ew dîmenên rengbireng û pir wateya ku hemû Kurdistan li xwe girtibû, mizgîniya saleke tejî destkevt û cihê hiviyê bû bo me hemû aliyan.

Eva ku we yên xebatkar li gund bi gund û bajar bi bajarên Kurdistanê, ji nişîvtirîn cihê Îlamê heta servetirîn gund û bajarên parêzgeha Urmiyeya hertim Kurdistan li rêûresmên Newrozê de ve da nîşandan, careke din rûkek serrêj ji şadî, civanî û tejî hêz bo jiyan û bihvrejiyana aştîxwazane, da xuya.

Newroza îsal li demekê de bû ku komara Îslamiya Îranê piştî şoreşa “Jîna”yê, dixwest wa bide xuya ku kariye Kurdistanê kontrol bike û rewşê bi asayî bide xuya, lê we yên xebatkar, hemû pîlanên rêjîmê kirne bilqên ser Avê, We da nîşandanê ku ne dengê Kurd tê fetisandin û ne Kurdistan bi çi dagîrkerekî tê kontrolkirin. We bi ronî bi hemû aliyekê ragihand ku eva ku li Kurdistanê li rêûresmên Newrozê de hate kirin, berdewamiya şoreşa Jîna”yê ye û tevgera Kurdistanê heta serkevtina yekcarî, nasekine.

Navenda Teşkîlat a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bo erk û kit kitê ve li xemilandina vê rûpela zêrîn a dîroka gelê me li Newroza îsal de, bi erkê xwe dizane ku spasiya xwe ya bê dawî pêşkêşî we xoşewîstan bike.

Li beranber meznahî û fidakariya malbat û dayîk û bavên şehîdan, em destê rêzê li ser singê xwe datînin ku we tevî dilê birîn, bi şandina peyamên Newrozê û bi amadebûn li rêûresman de pêşengatiya gelê me kirin û agirê Newrozê li gund û bajarên Kurdistanê hilkir û heta beşdarî li şayî û govenda xelkê de kir. Eva ku wan ezîzên serbilind ên gelê me kirin, dubarekirina vê dirûşma bi nav û deng a rêberê me yê şehîd “Qasimloyê Mezin” bû ku “baştirîn xelat bo Şehîdan, berdewamkirina rêbaza wan e”.

Herwisa Navenda Teşkîlat, tevî pêzanîn li mandînenasiya endam û alîgirên Hizba Dêmokrat, spasiya xwe ya germ pêşkêşî wan dike ku li Newroza îsal de erkê xwe bi baştirîn şêwazê, bi rê ve birin.

Bi hêviya serketin û rizgariya yekcarî, destê hevxebatiya ve diguvêşînin.

Careke din Newroza we pîroz be

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlat

1ê Xakelêweya 1403